Parlamantera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit Jibo zimanê Kurdî rêziknameyek da parlamantoyê. Rêziknameya xwede Sayyiğit, qedexeyiyên liser perwerdehiya zimanê Kurdî ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn pisyar kir. Sayyigit pirsa, “Heta niha dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî ji aliyê çend xwendakaran ve hat hilbijartin? Hêjmara xwenderên ku dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijartiye ji 2015an heta dîroka vê pêşniyazpirsê çi ye?” ji wezîr Tekin pîsyar kir. Sayyigit xwest pirsên wê bi niviski were bersivandin.

AJANS65 TV - Qedexehiya li ser perwerdahiya zimanê Kurdî li parlamentoyê hat ziman. Parlamentoya Yeşil Sol Parti a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn ve nivîsî were bersivdayîn rêziknameyek da parlamentoyê.

Sayyigit di rêziknameya xwede anî ziman ku, bi mîlyonan xwendekaran dest bi heyama perwerdehî û hîndekarî ya sala 2023 – 2024an kirin. Berdewama nîxandina xwede Sayyigit wuha got:

“Lê di vê heyamê de jî bi milyonan xwendekar ji perwerdehiya zimanê zikmakî bê par hatin hiştin. Lewra Kurdên li Tirkiyeyê ji mêj ve ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin û li bendê ne ku Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Lê mixabin ji avabûna komarê heta vê rojê bi awayekî resmî ji xeynî Tirkî tu ziman nehatin qebûlkirin û parastin. Li gorî benda 42yêmin a Makezagonê perwerdehiya bi zimanê zikmakî rasterast hatiye qedexekirin. Di çarçoveya birdoziya “yek ziman” de hemû zimanên din hatin înkarkirin, li ser neteweyên din pergaleke asîmîlasyonê hat avakirin. Ji ber vê, li gorî raporên ÛNESCO’yê li ser axa Tirkiyeyê 3 ziman tune bûn, herî kêm 15 ziman hê jî di bin xetereyê de ne. Ji wan yek jî, zaravaya Kirmanckî ya Kurdî ye.

‘PÊVAJOYA ASIMILASYONÊ DİDOME’

Her çiqas di jiyana rojanê de axaftina bi Kurdî ne qedexe be jî, pêvojoya asîmîlasyonê didome. Lewra dîyar e ku dewlet îro ji bo parastin û pêşxistina zimanê zikmakî ne xwedî tu programekê ye. Berevajî parastina ziman, di nava çend salan de bi dehan navendên Kurdî hatin girtin. Xebatên zimanê Kurdî yên ji aliyê şarederiyan ve dihat kirin jî, bi destên qeyyûman hatin astengkirin. Ji xeynî vê, bi pêşketina teknolojî û firehbûna jiyana rojane, li ser zimanê zikmakî asîmîlasyon roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber van sedeman, perwerdehiya bi zimanê Kurdî dive demildest dest pê bike. Lewra ev yek êdî weke pêwîstiyeke zor girîng e. Li gorî lêkolînên dawîn,  ji sedî 57,1 kes dîyar dike ku ji ber tunebûna dibistan û materyalên zimanî nikarîn bi Kurdî biaxivin. Dîsa di encama lêkolinê de ji sedî 99,2 perwerdehiya bi Kurdî daxwaz dike.

‘DERSÊN KURDI YÊN BİJARTE CİHÊ PÊWISTİYA PERWERDEHİYA Bİ ZİMANÊ ZİKMAKI NAGİRE’

Ji ber vê yekê, dersên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) yên bijarte cihê pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî teqez nagire. Ligel vê, dersên Kurdî yên li dibistanan sal bi sal bi awayekî fiêlî hatin astengkirin, materyalên dersan nehatin tedarîkkirin, tayîna mamosteyên Kurdî hatin kêmkirin. Ji ber van sedeman, li bajarên Kurdan ku zimanê rojanê piranî bi Kurdî ye, polên Kurdî venebûn. Lewra li pêş tercîhkirina dersên Kurdî ji aliyê rêvebirên dibistanan astengî hatin derxistin, ji bo polên vebûn mamoste û pirtûk nehatin şandin. Lewma hêjmara xwendekarên ku dersên Kurdî (Kurmancî + Kirmanckî) hilbijartibû ji 77 hezarî heta 26 hezarî ket. Ev jî nîşanî me dide ku perwerdehiya zimên, weke hilbijartî nabe û divê teqez bi Makezagonê were mîsogerkirin û ji pêşdibistanê heta zanîngahê mecbûrî be. Eger Hikumet dixwazê ku Makezagoneka nû ya sivîl û demokratîk nîqaş bike ev yek bêyî nîqaşa perwerdehiya bi Kurdî nabe.”

Sayyigit di rêziknameya xwe de van pisyaran ji Wezîr Tekîn pisyar kir:

1 – Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ku di nava sînorên Tirkiyeyê de bi mîlyonan hemwelatiyên Kurd dijîn, çima nayê qebûlkirin?

2- Gelo ji bo ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî were dayîn, tu xebatên ku wezareta we dike, hene?

3 – Ji bo rakirina astengên ku destûrê nadin perwerdehiya bi zimanê zikmakî tu plansazî heye? Gelo kêşeya zimanê zikmakî di rojeva Wezareta Perwerdehî ya Neteweyî de ye?

Narin Güran Cinayetinde İki Şüpheli Daha Tespit Edildi Narin Güran Cinayetinde İki Şüpheli Daha Tespit Edildi

4- Hilbijartina dersa Kurdî bi hincetên curbecur û li hin deran jî ji ber bêtehemuliyê tê astengkirin. Gelo ji bo ku pêşî li van astengkirinan werin girtin, tu tevdîrên we hene? Ev tevdîr çi ne?

5 – Heta niha dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî ji aliyê çend xwendakaran ve hat hilbijartin? Hêjmara xwenderên ku dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijartiye ji 2015an heta dîroka vê pêşniyazpirsê çi ye?”

SSAYYİĞİN: NEDEN KÜRTÇE ÖNERGE

Yeşil Sol Parti Van milletvekili Gülcan kaçmaz Sayyiğit, Milli Eğitim Bakanı Yusuf Tekin’in yazılı olarak yanıtlaması amacıyla verdiği soru önergesinin nedenini açıkladı. Sayyiğit, 2023 – 2024 eğitim ve öğretim döneminin başladığına dikkat çekerek, milyonlarca öğrenci hâlâ anadilinde eğitim alamadığını söyleyerek, “Anadilinde eğitim olmadıkça asimilasyon da bitmez. Çünkü kamusal alanda kullanılmayan, ekonomik desteği olmayan her dil güç kaybeder. Kürtçenin Kurmanci ve Zazaca lehçesi de bu durumda. Hatta UNESCO’ya göre Zazaca yok olma riski altında” açıklamasına yer verdi.

‘KÜRT SORUNU BİR YÖNÜYLE KÜRTÇE SORUNUDUR’

Kaçmaz şu ifadeleri kullandı:

“Kürt sorunu bir yönüyle Kürtçe sorunudur. Ama bugün anadilinde eğitim hakkında hiçbir çalışma yok. Kürtlerin ısrarlı talebi görmezden geliniyor. Bugüne kadar anadili için Türkçe verdiğimiz önergeler görülmedi, gereği yapılmadı; bu defa da talebimizi Kürtçe iletiyoruz. Çünkü anadilim Kürtçe, anadilim görmezden gelinemez. Tabii önergemiz “anlaşılmadı” denilerek reddedilebilir. Zaten sorun da bu değil mi? Devlet kurumları neden Kürtçeyi anlayacak durumda değil? Bir halkın dilini anlamadan onu gerçekten anlamak mümkün olmaz. Çözüm adresi TBMM, bu durum Meclis’ten başlayarak değişmeli artık. Meclis’te 28’inci dönem, Kürtçenin tutanaklarda “X” olarak işaretlendiği bir dönem olmamalı.

Kürtçe verdiğim önergenin akıbeti anadiline bakışı da ortaya çıkaracak. Umarım bir halkın en insani, en doğal ve en hukuki hakkı görmezden gelinmez. Çünkü Kürtçe anadilinde eğitim, bu saatten sonra ötelenemez bir gereklilik.”

ÖNERGENİN İÇERİĞİ NEDİR?

Verdiği soru önergesinin içeriğine ilişkin de açıklamada bulunan Sayyiğit, “Önergede anadilinin öneminden bahsediyoruz, Türkiye’de dillerin alarm verdiğini söylüyoruz. Okullarda seçmeli Kürtçe derslerin anadilinde eğitim talebini karşılamadığını, bunun bile fiili engellerle karşı karşıya olduğunu anlatıyoruz. En önemlisi de yeni Anayasa tartışmalarının anadilinde eğitim konuşulmadan olmayacağını, bunun için de Milli Eğitim Bakanlığı’nın gerekli çalışmaları yapmakla yükümlü olduğunu belirtiyoruz. Milli Eğitim Bakanı Sayın Tekin’e çok net bir şekilde soruyoruz; Kürtçe anadilinde eğitim neden kabul edilmiyor? Tabii bunun muhatabı sadece Hükümet de değil, çünkü muhalefet de artık anadili konusunda konuşmalı, şeffaf olmalı” dedi.

Editör: İdris YILMAZ